![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/TELAFER-GOREN-KOMI.jpg)
Saziyên peywendîdar yên Iraqê, tîma lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî li bajarê Telaferê dest bi vekirina gora komî kirin.
Li gorî agahiyan tê payîn bêtirî 2 hezar cenaze li wê gorê de hene û piraniya wan jî xelkê Şengalê ne.
Lêgerîn wê 3 meh an dewam bike.
Saziyên peywendîdar yên Iraqê, tîma lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî UNITAD û Europs dest bi vekirina gora komî ya li bajarê Telaferê kirin.
Gora bi kom a ku li nehiya Îyadiyê ya bajarê Telaferê a Musilê, dikeve bi navê Kora Elo Enter tê nas kirin.
Li gorî agahiyan zêdeyî 2 Hezar cenaze li wê gorê de hene û piraniya wan jî xelkê Şengalê ye.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema beşek ji Sûriye û Iraqê kete destê çeteyên DAIŞ’ê gelek herêmên weka Şengal û Telaferê bi komkujiyan re rûbirû man.
Dema Musil kete destê DAIŞ’ê gelek Şîeyên Telaferê jî xwe spartin Şengalê û li gel Êzidiyan xwe dan çiyayê Şengalê.
Di dema fermanê de her weke Şengalê gelek Şîeyên Telaferê jî ketibun destê çeteyên DAIŞ’ê.
Çeteyan li gelek deveran bi hezaran sivîl qetil kirin û ew di gorên komî de veşartin.
Piştî rizgarkirina van herêman bi dehan gorên komî li vir hatine dîtin.
Gora komî ya herî mezin jî a Kora Elo Entere ku tê gotin dibe cenazeyê 2 hezar kesî tê de hebe.
Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin beşeke zêde ji cenazeyên di vê gorê de ya Êzidiyên Şengalê ye.
Vekirina gora komî wê 3 mehan bikşîne
Îro saziyên peywendîdar yên Iraqê, tîma lêkolînan a NY Û Europs dest bi vekirina gora komî ya Kora Elo Entere kirin.
Tîmên lêgerînê diyar kirin ku dibe karûbarên heyî 3 meh an bikişîne.