Li Hesekê û Çilaxa agir bi zeviyên welatiyan ket

Îro li Hesekê û Çilaxa li sê deveran agir bi zeviyên welatiyan ket.
Tîmên awarte û agirkujiyê piştîş destwedana agir 3 şewat kontrol kirin.

Li gundê Şilo yê li nêzî bendava rojhilatê Hesekê şewat bi zeviyek genim ket.

Tîmên awarte û agirkujiyê destwerdan kir, piştî demekî ew agir hate kontrol kirin.

Hate ragihndin ku 20 donim şewitî.

Her wiha li gundê Serab ê Hesekê jî şewatek din çêbû.

Li wir jî tîmên agirkujiyê karîn di demekî nêz de agir vemirandim.

Li gorî agahiyan ji di denacama derketina agir de 2 donim erd şewitî.

Devereke din a şewatê jî gundê Qîro yê Çilaxa bû.

Li wir jî tîmên agirkujiyê û welatiyan bi hevre destwerdanî agir kirin.

Ji ber dijwariya agir di encamê de 30 donim şewitî.

Heta niha jî sedema derketina şewatê nayê zanîn.

Têkîldarî şewatên ku derketine Hêzên Asayişê ragihandin ku wan dest bi lêpirsînê kirine.

Çeteyên dewleta Tirk agir bi zeviyên nêzî Zirganê dixin

Back to top button