Çeteyên dewleta Tirk agir bi zeviyên nêzî Zirganê dixin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên nêzî rojavayê bajarê Zirganê dixin da ku berhemên cotkaran bişewitînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sûcên xwe yên li dijî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dikin û berhemên cotkaran dişewitînin.

Li gorî agahiyên ji ajansa me re hatine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li rojavayê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê agir bi zeviyên nêzî gundê Rebîat xist.

Çete bi vê yekê hewl didin berhemên cotkaran bişewitînin. Ev ne cara yekemîn e ku agir pê dixin.

Di 9ˊê Gulanê de çeteyan li nêzî eniyên şer agir bi zeviyan xist.

Ji bo vemirandina agir, ger ber bi zeviyên çandiniyê yên gundê Rebîat ve hat, tîmên awarte û agirkujiyê di nava amadekariyê de ne.

Back to top button