Çalakiya nobetê ya Mexmûr ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 299’an de bi koma 60’emîn didome.
Merasîma dewirgirtinê li Komîteya Malbatên Şehîdan bi kombûna xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 59’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.
Qedrî Şirîşeyî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got:
“Dadgeha edaletê bêy ku şerm bike li pêş çavên raya giştî ya cîhanê dibêje ti tecrîdek nîne.
Pir zelale ku ev yek neraste. ji ber ku li îmraliyê ne hiqûq û ne jî edalet heye.
Divê rewşa li îmraliyê ji raya giştî re bê parvekirin.
Em vê nêzîkatiya ku hewil dide tecrîdê normal bike şermezar dikin.”
Di çalakiyê de bang li herkesî hate kirin ku têkoşînê bilindtir bikin daku vê tecrîda heyî bişkênin.



