Şertên namzetbûna hilbijartinên şaredariyan

Di 11’ê Hezîranê de wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartina şaredariyan were lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de niha jî namzetên hilbijartinê serlêdanên xwe dikin.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şertên namzetbûna hilbijartinên eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya divê ji 12’ê Gulanê heta 18’ê Gulanê kesê namzet serlêdan bike.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şertên namzetbûna hilbijartinên şaredariyan eşkere kir.

Çav li rêye ku di 11’ê Hezîranê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartina şaredariyan were lidarxistin.

Ji bo vê jî amadekariyên hilbijartinê tê kirin.

Di vê çarçoveyê de gelek partî û rêxistin jî ji bo beşdarî hilbijartinê bibin namzetên xwe diyar dikin.

Di vê çarçoveyê de Komîseriya Bilind a Hilbijartinan şertên namzetbûnê diyar kir.

Li gorî biryarê, şertên namzetbûnê wiha ne:

Divê 18 sal derbas kiribe.

5 sal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûniştibe.

Xwedî pisporî be.

Ne ji endamên hêzên leşkerî yan jî saziyên ewlehiyê be.

Nabe namzet endamê yek ji lijneyên hilbijartinê be.

Di navbera hevpeymaniyê de peymanê girê bide.

Divê logoya fermî ya hevpeymaniya partiyan bipejirîne.

Daxwaznameyên namzetbûnê ji kesên li derveyî herêma îdarî ya şaredariyê nayên qebûlkirin.

Dema kaxizên ji bo namzetbûnê tên xwestinê nehatin temamkirin, namzet an partiyên siyasî û hevpeymaniya siyasî tên agahdarkirin û dema kaxiz temam bûn dikare daxwaznameya namzetbûnê pêşkêş bike.

Divê partî û hevpeymaniya siyasî nûnerên xwe bi nav bikin da ku têkilî û hevkarî bên kirin û îtîrazan li pêş lijneya komîseriyê bên pêşkêşkirin.

Dema serlêdanê di 18. Gulanê de bidawî dibe

Li gorî daxuyaniya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan divê ji 12’ê Gulanê heta 18’ê Gulanê kesê namzet serlêdan bike.

Back to top button