Komîseriya Bilind a Hilbijartin ragihand ku deriyê namzetbûna hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir û ji bo wê dem diyar kir.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biyar da ku deriyê namzetbûna hilbijartinên şaredariyan vekir. Ev biryar bi jimareya /3/ ye.
Di biryarê de wiha hate gotin:
“Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihîne ku deriyê namzetbûna hilbijartinên şaredariyan ku dê di 11.06.2024ˊan de pêk bên, vekir.
Ji bo kesên dixwazin bibin namzet-partiyên siyasî, blokên siyasî-kesayetên serbixwe.
Derî ji 12.05.2024ˊan heta 18.05.2024ˊan, di nav de betlaneyên fermî jî, vekiriye.”



