Li kantona Dêrazorê hêzên QSD’ê tedbîrên ewlehiyê girtin

Li Kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêzên Suriya Demokrat (QSD) gelek tedbîrên ewlehiyê girtin.
Ew tedbîr wiha ne; zêdekirina hejmara bendên kontrolê, zêdekirina dewreyan û belavbûna hêzan li ber çemê Firatê li aliyê rojhilatê kantonê.

Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê Gulanê de bi rêya erebeyeke bombebarkirî êrişeke xwekuj li dijî benda Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarê Şihêl ê rojhilatê kantona Dêrazorê pêk anî.

Di encamê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Piştî wê QSD’ê tedbîrên ewlehiyê yên fireh li kantona Dêrazorê pêk anîn.

Ji sibehê ve li kantonê hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gund, bajarokên Dêrazorê belav bûne.

Her wiha hêz li ser bendên kontrolê û li aliyê rojhilatê çemê Firatê jî hatin belavkirin.

Ev tedbîr piştî QSD’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan tedbîrên ewlehiyê li rojhilatê Dêrazorê girtin, pêk hat.

Back to top button