![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/MECLIS-MALBAT-KIMAWI.jpg)
Meclisa malbatên Şehîdan êrîşên çekên Kîmyewî yên dewleta Tirk li ser Herêmên Prastina Medyayê pêk hatine şermezar kir.
Meclisê li gundê Til Qirahê a Bajaroka Ehdas a kantona Efrîn-Şehba daxuyaniyek çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hate gotin,
Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e.
Bêdengiya navneteweyî li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, delîla hevkariya wan a bi hevre ye.
Malbatên şehîdan bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku dewleta Tirk li dijî sûcên ku dike darzînin.
Malbatên Şehîdan eşkere kirin ku ew ê her û her li kêleka Gerîla bin û bi hev re li dijî dagierkeran têbikoşin.