Mamoste û Karmandên Başûr bi salaye ku daxwaza mafê xwe dikin

Li Başûrê Kurdistanê salaye ku Momoste û Karmendê Nerazî dijî sistema paşxistina mûçeyan nerazîbûnên xwe tînin ziman.
Lê heta niha jî pirskirêk nehatiye çareserkirin, li şûna çareseriyê hikumeta Başûrê di nava hewildana xapandinê de ye.
Encûmena Mamosta û Karmendên Nerazî gotin: “Eger daxwazên me neyên bicih anîn, em ê berê xwe bidin Bexdayê.”

Li Başûrê Kurdistanê ev bi salaye ku Momosteyên Nerazî dijî sistema paşxistina mûçe û dayîna nîv mûçe bi xwepêşandan, daxuyanî û çalakiyên cuda, daxwaza mafên xwe dikin.

Lê heta niha hikumeta Başûrê Kurdistanê daxwaza mamosteyan bicîh neaniye.

Hikumeta Başûr di nava hewildana xapandinê de ye

Herî dawî jî Dadgeha Federal a Iraqê ji bo ku mûçe di dema xwe de were dayîn, serokwezîrê Iraq û Hikumeta demborî ya herêmê erkdar kir.

Niha hikumeta demborî ji bo ku xwe ji vê biryarê bidize, projeya ‘Hejmara Min’ li bankêN nêzî xwe xistiye meriyetê.

Lê mamoste di wê baweriyê de ne ku hikumet bi vê yekê dixwaze wan bixapîne.

Encûmena Mamosta û Karmendên Nerazî li Silêmaniyê derbarê paşxistina mûçe û projeya hikumeta demborî ya ‘Hejmara Min’ de daxuyaniyek da.

Mamoste: Dixwazin bi zorê daxwazê xwe bi me bidin qebûl kirin

Daxuyanî ji aliyê Adil Hesen ve hate xwendin û wiha hate gotin:

“Hikumeta demborî ji bo xwe ji vê biryarê bidize, projeya ‘Hejmara Min” li bankên nêzî xwe xistiye meriyetê û dixwaze bi zorê ev proje bi karmendên herêmê bide qebûlkirin.

Bi vê re karmend û mamostayên herêmê di nava pêşbaziya desthilatdaran de bûne qurbanî.

Em bang li Desteya Wezîran ya Iraqê dikin ku girêdanbûna xwe ji biryara Dadgeha Federal re nîşan bidin û projeya ‘Hejmara Min’ red bikin.”

Mamostayên Nerazî: Emê berê çalakiyên xwe bidin Bexdayê

Mamosteyan bi eşekreyî anîn ziman eger daxwazên wan neyên pêkanîn, wê çalakiyên xwe li Bexdayê dewam bikin.

Back to top button