Li Meksîkayê bi pileya 6,4 erdhejek pêk hat

Li seranserê cîhanê bobelata xwezayî rû didin.
Meksîka erdhêja bi lerza 6,4 erdhejek pêk hat. Li Kanadayê agir bi daristanê ket.
Her wiha li Brezîlyayê 136 û Efxanîstanê jî herî kêm 300 kesan ber lehiyê mirin.
Li aliyê din ji ber şemîtîna axê li Endonezyayê 28 kes mirin.

Li peravên eyaleta Chiapas a li ser sînorê Meksîkayê û Guatemalayê bi lerza 6,4’an erdhejek pêk hat.

Erdheja ku 75,4 kîlometre di bin erdê de pêk hat, li welatê cîran Guatemalayê jî hat hîskirin.

Şewata daristanê li Kanada

Li Kanadayê agir bi daristanê ket.

Şaredariya Herêmî ya Bakurê Rockies, biryara valakirinê da û diyar kir ku herêma Fort Nelson di bin xetereya şewatê de ye.

Hat diyarkirin ku li bajêr zêdeyî 3 hezar û 600 kes dijîn.

Li Brezîlyayê bîlançoya bobelata lehiyê giran dibe

Li başûrê Brezîlyayê keraseta lehiyê di dawiya hefteyê de bi lêkirina barana zêde re cardin giran bû û xebatên rizgarkirinê zehmet kir.

Di encama vê keraseta lehiyê de 136 kes mirin û 806 kes birîndar bûne.

Ji ber lehiyê heta niha 136 kes mirin û 806 kes birîndar bûne

Ji ber karesatê heta niha nêzî 125 kes winda ne, zêdeyî 537 hezar kes jî neçar mane ji cih û warên xwe bibin.

Li Endonezyayê şemîtîna axê: 28 kes mir

Li Endonezyayê ji ber lehî û şimitîna axê ya ku ji ber barana zêde li parêzgeha Sumatraya Rojava ya Endonezyayê rabû 28 kes mirin û 4 kes jî winda ne.

Li Efxanîstanê lêhî: Herî kêm 300 kes mirin

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdeyî 300 kesan ji ber lehiyê li gelek herêmên Afganîstanê jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaran rewşa awarte ragihandin û dest bi xebatên rizgarkirinê kirin.

Back to top button