Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Efrîn-Şehbayê di konferansa xwe ya yekemîn de 3 endam ji bo Meclisa xwe hilbijartin.
Meclisa Jinan a PYD’ê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma “Bi rêxistinkirina jinan û civakê em azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger dikin” li hola Mîtan a navçeya Ehdas li dar xist.
Di konferansê de endamên meclisan û yên Meclisa Jinan a PYD’ê beşdar bûn.
Rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê ya Efrîn-Şehbayê Velantîna Ebdo axivî û got:
“Ruxmî hemû astengiyan em vê konferansê li dar dixin.
Bi îradeya xwe em ê tevahî planên dijmin têk bibin. Em ê li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebata xwe fireh bikin.”
Piştî axaftinan beşdaran li ser rapora salê û plansaziya meclisê ya bê nîqaş kir.
Di dawiya konferansê de Zeyneb Hesen, Yildiz Mûsa û Wehîde Xelîl.
Ji bo Meclisa Jinan a PYD’ê hatin hilbijartin.



