HPG: Li Metînayê 4 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn

Li herêma Metînayê di çalakiyên gerîlayan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.
Dagirkerên ku derb ji hêzên gerîla xwarin, 12 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin.
HPG’ê destnîşan kir ku li hemberî van êrişên li dijî mirovahiyê ya artêşa Tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, hêzên wan bênavber li ber xwe didin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyên bibandor 4 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin, 3 jî birîndar bûn.

Têkildarî berfirehiya agahiyên li ser çalakiyan, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek parve kir.

Li gorî daxuyaniyê;

11’ê Gulanê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkayê ya Herêma Metîna 3 caran bûn armanca çalakiyên gerîla.

Gerîlayên di demjimêrên cuda de li ser leşkerên arteşa Tirk a dagirker de girtin, bi çekên giran, ferdî û nîv otomatîk li wan dan.

Di encamê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.

Wekî her car dagirkerên ku derb ji hêzên gerîla xwarin, bi çekên kîmyewî êriş kirin.

HPG: Arteşa Tirk a dagirker 12 caran bi çekên kîmyewî êrişî herêmê kir

HPG’ê eşkere kir ku 12’ê Gulanê tunelên şer yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ya rojavayê Zapê 12 caran gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

Her wiha heman rojê herêma Metînayê jî 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

HPG: Di 3 rojên dawiyê de, bikaranîna çekên kîmyewî dîsa zêde bûye

Derbarê êrişên dagirkeran yên bi çekên kîmyewî de HPG’ê da zanîn bi taybetî van rojên dawî bikaranîna wan dîsa zêde bûye û got:

Li herêma Zapê ku sê sal in berxwedaneke destanî û dîrokî lê heye û artêşa Tirk a dagirker nikare li hemberî gerîlayan bisekine, van sê rojên dawî li ser tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê çekên kîmyewî bi rengekî giran bi kar tîne.

HPG’ê destnîşan kir ku li hemberî vê êrîşa li dijî mirovahiyê ya artêşa Tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, hêzên wan bênavber li ber xwe didin.

Back to top button