Li dijî balafirgeh Hewlêrê êrîşek bi mûşekan pêk hat

Duh êvarê li dijî balafirgeha Hewlêrê ya navneteweyî êrişeke bi mûşekan pêk hat.

Dezgehên ragihandina Iraqê ragihandin duh li dijî balafirgeha Hewlêrê êrişeke bi dronan pêk hat.

Hate gotin jêdera êrişê nehat naskirin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Wayne Maroto li ser hesabê xwe yê twitterê di derbarê êrişê de daxuyaniyek da û ragihand “Li gorî belgeyên destpêkê, êrîş li nêzî baregeha Esmani ya Hewlerê li Iraqê bi dronan hat pêkanîn, li gorî raportên destpêkê tu birîndar, kuştî û ziyan çênebûye”

Roja duşemê jî li Bexdaya paytexta bi dronan êrişî avahiya Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin û dronên di êrişê de hatine bikaranîn, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatin xistin.

Back to top button