Rêveberiya Xweser bi boneya Roja Dayîkan peyamek weşand

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê Roja Dayikan pîroz kir.
Her wiha li Şehba û Minbicê jî bi şahiyan 15’ê Gulanê Roja zimanê Dayikê hate pêşwazîkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Dayikan (13’ê Gulan) peyamek weşand.

Di peyamê de rêveberiyê diyar kir ku dayik bingeha xurt a avakirin û sazkirina malbat û civakê ye.

Dayik bingeha civaka têkoşer a xwedî biryar û îrade ye.

Dayik fedakar e, têkoşera ku mîrase li pey xwe hiştin û dihêlin e.

Rêveberiyê Cejna Dayikan li tevahî dayikên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dayikên şehîdan pîrozkirin.

Xwendekarên Şehbayê bi şahiyekê 15’ê Gulanê pêşwazî kir

Li aliyekî din jî li Şehbayê bi nêzîkbûna 15’ê Gulanê Roja zimanê Dayikê şahiyek hate lidarxistin.

Şahî bi lêkolîn, Şano û pêşbirkan bi dawî bû.

Li Minbicê jî hazirtiyê şahiya 15’ê Gulanê tê kirin.

Mamosteya zimanê Kurdî yê Kantona Minbicê Dengîman Ramadan jî wiha got:

“Em nêzîkbûna 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelan bi giştî û gelê me yê Kurd bi taybetî pîroz dikin”.

Dengîman diyarkir ku wan amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazîkirina vê cejnê bi çendîn çalakî bi zimanê Kurdî amade kirin e.

Back to top button