Çalakiya ‘Deng Bide Azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê îro jî xizmên girtiyan tevî zext û dorpeça polîsan li pêşiya gîrtîgehan ji bo azadiyê qêriyan.
Di çalakiyan de bal hat kişandin ser tecrîdê û hate gotin: “Heta ku Ocalan azad nebe em jî azad nînin.
Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin.”

Bi pêşengtiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî de li gelek bajaran êdî li ber girtîgehan çalakiyên “Deng bidin azadiyê” tên lidarxistin.

Li Amedê di hefteya duyemîn a çalakiyê de tevî baranê bi tilîlî û berzkirina dirûşmên li pêşiya Kampusa Girtîgeha bajar hatin gel hev.

Polîsên ku destûr nedan daxuyaniya malbatên girtiyan, girse dorpêç kirin.

Li ser vê yekê malbatan bi gotinên “Hûn li vir me li hundir zarokên me tecrîd dikin” bertek nîşanî polîsan dan.

Malbatên girtiyan ên li bajarê Êlihê jî, xwestin li ber Girtîgeha Qûbînê bi daxwaza “Deng bide azadiyê” daxuyaniyê bidin.

Lê li wir jî girse rastî astengiya polîsa hatin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk bertek nîşanî qedexeyê da û destnîşan kir ku heta bigihijîn armanca xwe wê li her qadê bibin dengê girtiyan.

Her wiha li bajarên Îzmîr û Edene yên Tirkiyê jî xizmên girtiyan û nûnerên partî, sazî û rêxistinan tevî astengiyan berê xwe dan li ber girtîgehan.

Di çalakiya li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Buca Kiriklarê ya Îzmîrê de banga çareseriya pirsgirêka Kurd hat kirin û wiha hat gotin:

Rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û tevlibûna wî ya li pêvajoya siyasî, wê bibe gaveke gelekî xurt ku asayîbûna vî welatî misoger bike.

Li Edenê yê jî beriya çalakiyê polîsan hemû rêyên ku diçin girtîgehê ji trafîkê re girtin û xwestin ji girseyê re bibin asteng.

Li ser vê yekê girseyê ji girtîgehê re 100 metre mayî ji wesayîtên xwe peyabûn û çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.

Di daxuyaniya ku li wir hat dayîn de bang li hemû alî û kesên demokrat hat kirin ku têkildarî tecrîd û daxwazên girtiyan bibin deng û tevkariyê li berxwedan û têkoşîna wan bikin.

Li dijî kirinên dermirovî girtiyên siyasî 168 roj in di çalakiyê de ne

Back to top button