Li dijî tecrîdê hemû mekanîzmayên Hiqûqî tên bîkaranîn lê dewleta Tirk di bêhiqûqiya xwe de israr dike.
Endama OHD’ê Adîle Salman li ser polîtîkayên tecrîdê yên li Îmralî berdewam dikin axivî.
Adîle Salman diyar kir ku edî ji gotina ‘Tecrîd’ re tehemul nemayê, em bang dikin ku mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî di vê mijarê de gavên rast ên ku çareseriyê pêk tînin biavêjin.”
38 meh in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo ku li girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin nayê girtin.
Endama Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz OHD Adîle Salman der barê tecrîdê mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî nayên pêkanîn de axivî.
Adîle Salman: Mekanîzmayên pêwîst nayê pêkanîn
Adîle Salman diyar kir ku saziya herî eleqedar CPT jî pirsan bêbersiv dihêle û wiha got:
“Qonaxa ku niha hatiye, tu gevek ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê nayê avêtin, encama atmosfera siyasî bi xwe re aniye.
Mekanîzmayên neteweyî yên li vê derê û ji derveyî siyasetê mekanîzmayên navneteweyî yên ji vê berpirsyar hene.
Destpêkê CPT ku ji vê berpirs e, bersiva îdiaya ku ‘hevdîtin tê kirin’ jî nade, ev dide nîşandan ku hemû mekanîzma nayên pêkanîn.”
Adîle Salman: Tecrîd belavî hemû girtîgehan bûye
Adîle Salman da zanîn ku xitimîna di pêvajoyê de û li gel neçareseriyê tecrîdê belavî hemû girtîgehan dibe û domand:
“Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê rewşek ku tecrîd belav dibe heye.
Girtiyên ku vê tecrîdê û zextan qebûl nekirin, ji Mijdara sala borî ve heta niha di pêvajoya çalakiyan de ne.
Di her firsendê de tînin ziman heta ku daxwazên wan neyên qebûlkirin wê dawî li vê pêvajoyê neynin.”
Adîle Salman: Divê gavên rast ên ku çareseriyê bînin werin avêtin
Endama Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz OHD Adîle Salman wiha bi dawî kir:
“Ên ku dibêjin tecrîd heye tên sûcdarkirin. Ev pêkanînên li dijî qutkirina dengê civakê û azadiya îfadeyê ye.
‘Êdî ji gotina ‘tecrîd’ re tehemul nemaye
Em bang dikin ku mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî di vê mijarê de gavên rast ên ku çareseriyê pêk tînin biavêjin.”



