Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerilayekî şehîd eşkere kir got: “Hevrêyê me Armanc bi kesayeta xwe ya têgihîştî, mutewazî û sade ji hemû hevrêyê xwe re bû fermandarekî mînak.
Em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe bi Rêbertiya azad li Kurdistana azad zindî bihêlin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerilayekî şehîd eşkere kir
Daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:
“Lehengê Amedê, hevrêyê me yê milîtanê Apoyî yê hêja Armanc Mervan di 22’ê Adara 2024’an de şehîd ket.
Hevrêyê me Armanc ê ku felsefeya Apoyî ji xwe re kir şêwazê jiyanê, ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû bi fedayane tevlî bû.
Hevrêyê me yê ku bêwestan di nava hewldana mezinkirina têkoşînê bû, di vê wateyê de kedeke mezin da.
Hevrêyê me Armanc ku xwest hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk a qirker veguherîne çalakiyan, ji bo vê yekê tim xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist.
Di her qadê de bi kesayeta xwe ya milîtan a Apoyî bawerî dida hevrêyên xwe.
Hevrê Armanc bû fermandar û mîlîtanê Apoyî yê mînak.
Hevrêyê me Armanc bi kesayeta xwe ya têgihîştî, mutewazî û sade ji hemû hevrêyê xwe re bû fermandarekî mînak.
HPG’ê herî dawî ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û got:
“her çiqasî hevrêyên me bi vê şehadetê gelekî xemgîn bûn jî, ev yek jî wê bibe sedema geşkirina têkoşînê.
Bi van hestan em sersaxiyê di serî de ji malbata hêja yê hevrê Armanc û ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe bi Rêbertiya azad li Kurdistana azad zindî bihêlin.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:
Nasnav: Armanc Mervan
Nav û paşnav: Ozgur Yenî
Navê Dayik: Ayşe
Navê Bav: Sirri
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Adar 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê



