“Ji ber ku El-Esed beşdarî şerê li Xezayê nebû nakokî di navbera Şam û Tehranê de heye”

Di demên dawî de dûrbûnek di navbera Îran û hikûmeta Şamê de çêbûye.
Siyasetmedara Sûrî Semîre Mibeyd derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku nakokiyên di navbera Îran û hikumeta Şamê de, ji ber helwesta siyasî û leşkerî ya hikumeta Şamê ya li hember şerê li Xezayê ye.

Piştî ku Şam helwesteke bê alî li hemberî Tehranê girt, têkiliyên her du welatan paş ketin.

Di vê çarçoveyê de dûrbûnek di navbera saziyên serokatiyê yên her du welatan de çêbû.

Siyasetmedara sûrî Semîre Mibeyd têkildarî nakokiyên di navbera hikumeta Şamê û Îranê de axivî.

Semîre Mibeyd anî ziman ku diyar e dûrbûnek di navbera Îran û rejîma Beşar El Esed de çêbûye û got:

“Li herêmên di bin kontrola rejîma El Esed de gelek rayedar û fermandarên Îranê hatin kuştin.

Beşar El Esed jî ne di aliyê siyasî ne jî leşkerî de tu helwest li hember şerê li Xezayê nîşan neda.

Ji ber wê, Îranê ev tevgerên Beşar El Esed wek bicihanîna perspektîfên hikumetên dewletên Ereban bi nav kir.”

Semîre diyar kir ku ev nakokî bi daxuyaniyên Beşar El Esed ve girêdayî ne ku behsa hevdîtina bi aliyên rojavayî re kiribû û wiha domand:

“Ev durûtiya siyasî ye. Ji ber ku xîtabê îdeolojî ya li dijî rojava bi kar tîne û di heman demê de behsê dike ku bi rojavayiyan re hevdîtin kiriye.

Ne pêkan e têkiliyên Beşar El Esed û rejîma wî bi pergala navneteweyî re vegerin, ji ber ku gelek sûc li dijî gelê Sûriyê kirine.”

Siyasetmedar Semîre Mibeyd bal kişand ser vekişandina projeya li dijî normalîzekirina bi hikumeta Şamê re ji aliyê rêveberiya Biden ve û got:

“Rêveberiya Biden, di encama hin fişarên girêdayî şerê li Xezayê de, ev proje rawestand.

Hin aliyên siyasî gotin dibe rêveberiya Biden di çarçoveya amadekariyên hilbijartina bê de vê reklamê dike, ji bo ku dengên hilbijêran ji dest nede.”

Back to top button