Binpêkirinên rejîma Îranê li girtiyan li Rojhilatê Kurdistanê didomin.
Ev 9 meh in bêyî ku werin dadgehkirin rejîma Îranê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî girtine.
Ji ber van kiriyaran her du çalakvanan dest bi gireva birçîbûnê kirin.
Ev 9 meh in 2 çalakvanên mafên mirovan Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ji aliyê rejîma îranê ve bêyî ku werin dadgehkirin, girtî ne.
Endama KJAR’ê Werîşe Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî bajarê Sine û Pexşan Ezîzî jî di 3’yê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hatibûn girtin.
Piştî 5 mehan ji lêkolîn û lêpirsînên li navenda Îtlaetê hatibûn veguhestin ji bo girtîgeha jinan ya Evîn a li Tehranê.
Rejîma Îranê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî bê dadgehkirin 9 meh girtine
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand Werîşe Muradî ku bi fermana dadwer ji girtîgeha jinan hat veguhestin ji bo girtîgeha hejmara 209 a ser bi wezareta Îtlaetê.
Hat gotin Werîşe Muradî ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê kir.
Her wiha çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî ku ew jî liheman girtîgeha ku Muradî têde dima, li dijî veguhestina Werîşe Muradî ya ji bo girtîgeha Îtaletê dest bi greva birçîbûnê kir.



