Li Kantona Reqayê hêzên Asayîşê bi koordîneya Dozgeriya Giştî re 3 belavkarên narkotîkê binçav kirin.
Bi wan re, 28 kîlo heşîşa jî hate desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan 21`ê Nîsanê li Rewayê di encama oparasyonekê de, 141 kefikên heşîşê ku giraniya wan 28 kîlo û 449 gram e desteser kirin.
Hêzên Asayîşê piştî lêpirsîna xwe bi kesên hatine binçavkirin re qedand ew sewqî dadgehê kirin.



