Bi sponseriya Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê û koordîneya Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê, duh roja yekemîn a Hefteya Çandê li navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.
Bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û endamên Navenda Çand û Hunerê hazir bûn.
Roja yekemîn a Hefteya Çandê li navçeyê bi pêşandana gelek pirtûkên Kurdî û Erebî, cilûbergên kurdî yên folklorî dest pê kir.
Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê û endamê Komîteya Amadekar Selman Îbrahîm têkildarî armancên wan ji vê çalakiyê axivî.
Selman destnîşan kir ku lidarxistina Hefteya Çandê bi armanca vejandina çand û filiklora herêmê ye.
Hefteya Çandê li navçeya Dirbêsiyê û bajarokên wê dê bi awayekî rojane ji saet 10:00`an sibehê heta 9:00`an êvarê bidome.