Azerbaycan û Ermenîstanê protokola vegerandina 4 gundên li ser sînorê Azerbeycanê îmze kirin.
Gundên Ermenîstanê li gorî nexşeya topografî ya Serfermandariya Giştî ya Yekîtiya Sovyetê ya di sala 1976’an de were destnîşankirin.
Komên pispor ên her du welatan li ser sînor dest bi pîvandina jeodetîkê kirin û li ser sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê cara ewil kevirê sînor hat danîn.
Azerbaycan û Ermenîstanê protokola vegerandina 4 gundên li ser sînorê Azerbeycanê îmze kirin.
9’emîn civîna komîsyonên diyarkirina sînor bi serokatiya Alîkarê Serokwezîrê Azerbaycanê Şahîn Mustafayev û Alîkarê Serokwezîrê Ermenistanê Meher Grigoryan li ser sînorê her du welatan hat lidarxistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Azerbaycanê ve derbarê hevdîtinê de hat dayîn, aliyan li ser diyarkirina koordînatên xeta sînor a li herêma Gazah axivîn.
Her du welatan li hev kirin ku koordînatên xeta sînor a di navbera 4 gundên girêdayî Azerbaycanê de ku Ermenistan wê vegere Ermenîstanê.
Gundên Ermenîstanê li gorî nexşeya topografî ya Serfermandariya Giştî ya Yekîtiya Sovyetê ya di sala 1976’an de were destnîşankirin.
Ji bo 4 gundan protokol hat îmze kirin
Li gorî daxuyaniyê, aliyan têkildarî mijarên ku li ser li hev kirine protokol îmze kirine.
Di civîna berê ya komîsyonan de Ermenîstan qebûl kiribû ku gundên Baganis Ayrım, Eskipara Jêrîn, Heyrimli û Kızılhacılı, ku di Şerê Qerebaxa 1’emîn de dagir kiribûn, ji Azerbaycanê re vegerînin.
Komên pispor ên her du welatan li ser sînor dest bi pîvandina jeodetîkê kirin û li ser sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê cara ewil kevirê sînor hat danîn.
Hevdîtinên peymanê ji aliyê hin komên li Ermenîstanê ve hatin şermezarkirin.



