![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/IDLIB-CETE-NERAZIBUN.jpg)
Li bajarên Idlib, Cisir El Şixûr, Biniş û Sermeda gel li dijî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam xwepêşandan li dar xistin.
Çeteyan ji bo belavkirina xwepêşandanê gule li gel reşandin.
Li deverên Idlib, Cisir El Şixûr, Biniş û Sermeda yên dagirkirî yên bakurê rojavayê Sûriyeyê gel li dijî çeteyên ‘Heyet Tehrîr El Şam’ xwepêşandan li dar xistin.
Çeteyên koma navborî ji bo belavkirina xwepêşandêran gule li hewa reşandin û li xwepêşandêran xistin.
Di encamê de hinek xwepêşandêr birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam rêyên sereke yên diçin bajarê Idlibê li pêşiya xwepêşandêran girtin.