Li Girê Spî çeteyan ji navçeya Silûk 3 jin revandin

Jiyana şêniyên li herêmên dagirkirî ji ber kirinên çeteyan zehmet û tarî bûye.. Ji bilî êrşên rojane li ser herêmê, sûc û binpêkirinên dagirkeran li herêmên dagirkirî jî bênavber ranawestin.. Herî dawî çeteyên Tirkiyê ji Girê Spî ya dagirkirî 3 jin revandin. 

Ajansa nûçeyan a Hawarê ragihand çeteyên dewleta Tirk ji pêşiya klinîka bijîşk Rakan ya li navçeya Silûk a dagikirî 3 jin revandin.

Ji her sê jinan tenê navê yekê hat naskirin ew jî Seher Mihemed El-Xelûf ya ji eşîra El-Miradat e.

Li Efrînê çeteyan ji Racoyê 9 kes revandin

Ne tenê li Girê Spî, li Efrînê jî heman kirin û revandin rojane tên kirin.

Doh, çeteyan ji gundê Mamila yê Racoyê 9 sivîl revandin û navên wan wiha ne,

Ehmed Faris, Qadir Faris, Ehmed Îbrahîm, Xelîl Osman, Selah Osman, Necîb Kurdî, Mihemed Beko, Subhî Omer û Şukrî Omer.

Hat ragihandin çeteyan ji bo serbestberdanan her yekî ji wan, pere ji malbatên wan xwestine.

Back to top button