![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/DIMEN-LOGO.00_01_59_04.Still002.jpg)
Rêxistina Stêrk a Parastina Mafên Zarokan û Ofîsa Parastina Zarokan a Kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Şehbayê û bi taybet jî êrişa li dijî zarokan şermezar kirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarên Şehbayê di van rojan de zêdetir bûne.
Endama Ofîsa Parastina Zarokan Zêneb Hec Osman diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk rojane li ser Şehbayê hene û got:
“Hedefa dagirkeriyê valakirina herêma Şehba ye.”
Rêveberiya Ofîsa Parastina Zarokan a Kantona Efrîn û Şehbayê Rîhab Çebo jî destnîşan kir ku dagirkerî zarokan dike hedef divê ev neyê qebul kirin.
Endama Rêxistina Stêrk Zelox Xilo êrişên dewleta Tirk li ser herêma Şehbayê şermezar kirin û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk nikarin berxwedana gel têk bibe û got:
“Dewleta Tirk bi kuştin û birîndarkirina zarokan dixwaze berxwedana gel têk bibe.
Lê gelê me di berxwedana xwe de bi israr e ku têkoşînê xwe bilind bike.”
Ji ber êrişan li gundê Um El-Setih ê Minbicê jinekê jiyana xwe ji dest da