PENTAGON: EM NAHÊLIN TIRKIYE S-400 Û F- 35’AN BIKE YEK

Berdevkê Pentagonê Eric Bahon got, ew nahêlin Tirkiye balafirên DYA’yê yên nûjen F-35 û sîstema S-400 a Rûsyayê bi hevre bikire.

Eric Bahon ji kanala El-Huraa ya DYA’yê re li ser kriza F 35 û S 400’ên Rûsî axivî.

Bahon diyarkir ku sedema nakokiya bi Tirkiyê re ew e ku dixwaze F-35 û sîstema parastinê ya Rûsyayê S-400 bike yek û bi vê yekê re jî dixwaze agahiyan der barê balafiran de wergire.

Berdevkê Pentagonê Eric Bahon bi domdarî got;

“Ne pêkan e ku ji Tirkiyê û Rûsyayê re agahî bêne dayîn ku balafiran bixine xwarê.

Ne pêkane tirkiye di derbarê sîstema her du çekan de jî agahiyan kom bike.

Ev jî ne rasteqînî û ne rewa ye.

Em ji vê yekî jî bi fikar in.”

Leave a Reply

Back to top button