LEYLA GUVEN 177 ROJ IN LI BER XWE DIDE

Berxwedaniya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan mezin dibe. Hem çalakiyên grevên birçîbûnê yên hatîn destpêkirin, hem jî rojiya mirinê bi biryar li dar in. Çalakiya Leyla Guven 6 meh û nîv li pey xwe hişt ango di roja 177 ‘ an de ye. Her wiha girtiyên di grevê û rojiya mirinê de jî dibêjin: Ger tecrîd bi dawî nebe, berxwedan û têkoşîna me wê dewam bike. Têkoşîn hebe hêvî jî heye.

Li dijî tecrîdê êdî qonax û biryarên nû derdikevin û têkoîşna li dijî vê tecrîdê mezintir dibe.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, di roja 177’emîn de dewam dike.

Piştî Leyla Guven , bi hezaran girtiyên li girtîgehên Tirkiyê dan ser şopa wê û bûn dengê rastiyê.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 139 roj in berdewam dike.

Ji 1’ê Adarê ve jî bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya wan jî 64 roj in bi biryar li dar e.

GIRTÎ AKDAG: BI ME SERBILIND BIN

Ev girtiyên di grevê de her ku diçe rewşa wan xerab dibe û tenduristya wan nebaş dibe lê ji ya xwe danakevin.

Girtiyan li ser biryar û dewama çalakiya xwe ya greva birçîbûnê nirxandin kirin.

Ji van girtiyan, girtî Rêber Akdag ku 64 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Akdag bi riya telefonê ji dayika xwe re got:

‘Moralê me baş e, bi me ser bilind bin.’

GIRTÎ BOLTAN: BERÎ BI DERENGÎ BIKEVE VÊ BÊDENGIYÊ BIŞIKÎNIN

Civan Boltan jî ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê peyamek ji raya giştî re şand.

Boltan diyar kir ku berî bi derengî bikeve divê bêdengiya heyî bê şikandin û got:

“Eger tecrîd bi dawî nebe wê berxwedana rojiya mirinê jî berbelav bibe.”

ÎHSAN BÛLÛT: TÊKOŞÎN HEBE, HÊVÎ JÎ HEYE

Tevî van çalkiyên greva birçîbûnê , çalakiy rojiya mirinê jî bi israr dewam dike.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 4’an de ye.

Ji 15 girtiyên ketin rojiya mirinê de Îhsan Bûlût, diyar kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û got:

“Bêhêvîbûn dibe sedema dûrketina ji têkoşînê. Her ku têkoşîn dewam dike hêvî jî çêdibe.

Leyla Guven hêvî ye. Heval Zulkuf û Medya ji bo me bûn hêvî.”

Tevî van çalkiyên grevê û rojiya mirinê ya li girtîgehan , çalakiyên grevê yên li derve jî bi biryra li dar in.

Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

SARISAÇ: GOTIN QEDIYAYE, DEM DEMA ÇALAKIYÊ YE

Parlementerê HDP’ê Mûrat Sarisaç ku li Amedê di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan û got:

“Êdî gotin qediyaye, dem dema çalakiyê ye.”

Her wiha Çalakiya Sedat Akin 117 roj,

Gurbet Ektîren 108,

Mahsun Şen 119 û Mûrat Aksin 50 roj ,

Semra Alkan 117 roj, Îhsan Sinmiş 66 roj in di grevê de çalakiya xwe li malên xwe berdewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button