Komên çete yên dewleta Tirk çekên NATO di topbarankirina navçeya Eyn Îsayê de bi kar tînin.
Herî dawî Hêzên Sûriya Demokratîîk bermahiyên “Moşekên TOW” yên “dij-zirx” ên Amerîkî piştî topbarana çeteyan li ser Eyn Îsayê dîtin
Piştî lêkolîna li ser vê moşekê, hat diyarkirin ku, ev çek a NATO’yê ye û li ser wê jî “gaza Helyûm” û “Hêza wê ya wêrankirinê bilind e” û sebmbola moşekên NATO’yê “18876-13349876-DMW91K003-028” li ser hatiye nivîsandin.
QSD’ê ev moşeka neteqandî li ser M4 li nêzî gundê Mielek dîtiye û teqeziyê li ser bikaranîna çeteyên Tirkiyê ji çekên NATO’yê re dike.
Li gorî agahiyan jî, sala 2014’an DAIŞ bi rêya Tirkiyê moşekên germê yên li Amerîkayê hatine çêkirin, wergitine û di êrîşên xwe yên li ser Sûriyê bi kar anîne.