KNK 25 salî ye

Konseya Rêveber a KNK’ê salvegera 25’an a damezrandina KNK’ê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

KNK’ê diyar kir ku wê hewlên wan yên serxistina şoreşa kurdistanê xurtir bikin û got:

Em ê hewldanên xwe yên yekkirin û xurtkirina dîplomasiya Kurdistanê, mezintir bikin.

Em ê hemû hêzên parastina Kurdistanê di bin yek koordînasyonê de kom bikin û xurt bikin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê salvegera 25’an a damezrandina KNK’ê pîroz kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 24-25-26.05.1999’an de li bajarê Amsterdam ê Hollandayê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK hat ragihandin.

KNK Salvegera xwe ya 25’an pîroz kir

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Ew roj rojeke dîrokî bû. Cara yekem bû ewqas nûnerên partî, rêxistin, sazî û pêkhateyên Kurdistanî û ji hemû pîşeyan kesayetên serbixwe yên Kurdistanê, dihatin ba hev û dezgeheke neteweyî ava dikirin.

Di xebata yekîtiya neteweyî de, di vê astê da gava yekem bû û di dîroka Kurdistanê da mînakeke weke vê nîne. Lewma jî ev roj bû dîrok û bû rojeke pîroz.

Gelek serok û rêberan jî xwestine yekîtiyê ava bikin, lê mixabin bi ser neketine.

Avakirina KNK’ê berdewama karên wan hemûya ne, avakirina KNK’ê pêkanîna wesyet û xewnên wan e.”

KNK: Di 25 salên avabûna KNK de gelek xebat hatin meşandin

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:

“KNK, ji roja avabûnê pê ve xebata xwe ya pêkînana tifaqa mezin ya neteweyî û niştimanî dike. KNK wekî dezgehekî neteweyî û niştimanî di van 25 salan da gelek xebatên giring pêk anîn. Bîr û hizra yekîtîya navxweyî hate bilindkirin. Diyaloga navxweyî hate xurt kirin.”

KNK: Ji bo serxistina şoreşa Kurdistanê em ê hewldanên xwe zêdetir bikin

KNK’ê diyar kir ku wê hewildanê yekkirinê berdewam bike û wiha bi dawî kir:

“Ji avabûna KNK’ê heta niha çarêk sedsal derbas bûn. KNK, wê hewldanên xwe yên yekkirin û xurtkirina dîplomasiya Kurdistanê, mezintir bike. KNK, wê hewl bide hemû hêzên parastina Kurdistanê di bin yek koordînasyonê da kom bike û xurt bike. KNK, wê bê navber hewlên xwe yên serxistina şoreşa Kurdistanê li hemû parçeyan xurttir bike.

Back to top button