Bertekên li dijî sûcên şer yên dewleta Tirk a li dijî gerilayên Kurdistanê dike, zêde dibe.
Li Elmanyayê gelê Kurd û dostên xwe dewleta Tirk a çekên ‘kîmyewî’ bikar tîne şermezar kirin
Li bajarê Wûppertal a Elmanya bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî gerîlayan bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakî bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Viyan a Wûppertalê ve li pêşiya Televîzyona Dewletê ya Elmanya’ hate kirin.
Çalakvanan anî ziman ku dewleta Tirk sûcê mirovahiyê dike, di serî de bêdengiya dewleta Elman, medya wê û hêzên navneteweyî şermezar kirin.
Herwiha çalakvanan dosyayek têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker dan rêveberên Televîzyona Dewletê ya Elmanya