Li Til Koçerê ya Kantona Cizîrê agir bi zeviyên Genim ket û di encamê de 160 donim çandinî şewitî.
Vê sibehê agir bi zeviyên genim ên di navbera gundên Nasiriyê û Naûr yê Til Koçerê de ket.
Tîmên agirkujiyê bi alîkariya gundiyan beriya ku şewat berfireh bibe, vemirand.
Li gorî endamên Komeleya Cotkaran a Til Koçerê, 160 donim çandiniya genim şewitiye.
Hêzên Asayîşê der barê şewatê de lêkolîn da destpêkirin.