39 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Tecrîda mutleq ya li Îmraliyê ket meha 39’an.
551 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re hatin kirin, bê encam man.
Parlementer, nivîskar, sendîkavan, rojnamevan û akademîsyen jî di nav de ji bo dawî li tecrîdê bê, name ji CPT’yê re şandin.

Li Îmraliyê tecrîda mutleq ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî “”încommunicado” tê binavkirin, didome û ev 39 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Li gel vê, hewldanên hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî didomin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin.

551 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re hatin kirin bê encam man

Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve, ji bo hevdîtina bi parêzeran re 381 û ji bo hevdîtina bi malbatê re 170 caran bi giştî 551 carî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatiye dayîn.

Lê ev serlêdan an bêbersiv hatine hiştin an jî belesebeb bi “cezayên dîsîplînê” hatine redkirin.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo muwekîlê xwe Rêber Apo careke din serî li CPT da.

Di raporê de ku geşedanên di navbera 1’ê Sibat û 30’yê Nîsana 2024’an de cih digirin, parêzeran daxwaz kirin ku ji bo rakirina şert û mercên muameleya xerab û jiholrakirina bêwendiyê prosedur pêk bê.

Wezaretê Îdia kir ku Rêber ji mafên xwe sûd werdigire û tecrîd tune ye

Dîsa parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo hevdîtina malbat û parêzeran di 7’ê Kanûna 2023’yan de serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn.

Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê bersiva serlêdanê da.

Wezaretê îdia kir ku Rêber ji mafên xwe sûd werdigire û tecrîd tune ye.

Çalakiyên “Nobeda Edaletê” ya di dema greva birçîbûnê de bi pêşengiya malbatên girtiyan hatibûn destpêkirin ber bi asteke din ve çûn.

Xizmên girtiyan biryar dan ku her roja duşemê li ber girtîgehên 6 bajaran daxuyaniyê bidin.

Di çarçoveya çalakiya “Bibe dengê azadiyê” de malbat li ber avahiyên AKP’ê û girtîgehan tên cem hev û doza azadiya Rêber Apo dikin.

Parlementer, nivîskar, sendîkavan, rojnamevan û akademîsyen jî di nav de ji bo dawî li tecrîdê bê, name ji CPT’yê re şandin.

Herî dawî doh dîsan malbatên girtiyê li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serledan kirin lê serlêdan bê bersiv hat hiştin..

Back to top button