Li herêmê tevî êrişan jî çandinî bi pêş dikeve

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî çavkaniyên dewlemend ên xwezayî û potansiyeleke xurt a çandiniyê ye.
Li herêmê tevî êrişên dewleta Tirk jî çandinî bi pêş dikeve.
Li gorî Desteya Çandinî û Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li 7 milyon û 521 hezar û 621 donim zevî 81 hezar û 673 cotkar dixebitin.

Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî çavkaniyên dewlemend ên xwezayî û potansiyeleke xurt a çandiniyê ye.

Ji ber taybetmendiyên cografî û şert û mercên avhewayê berhemên cuda yên çandiniyê lê şîn dibin.

Potansiyela çandiniyê û berhemdariya xakê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi stratejiyên rast bi pêş ve diçe.

Li 7.5 milyon donimî 81 hezar û 673 cotkar dixebitin

Li gorî Desteya Çandinî û Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Kantona Tebqayê ku Genim tê çandin li 436 hezar û 463 donimî 3 hezar û 22 cotkar dixebitin.

Li Kantona Cizîrê ku Genim, Ceh, Sebze, Patat û Fêkî têne çandin li 3 milyon û 536 hezar û 831 donimî 28 hezar û 120 cotkar dixebitin.

Li Kantona Dêra Zorê ku Genim, Ceh û Sebze têne çandin li 2 milyon û 63 hezar û 150 donimî 22 hezar û 183 cotkar dixebitin.

Li Kantona Minbicê ku Genim, Patat û Fêkî têne çandin li 101 hezar û 753 donimî 3 hezar û 487 cotkar dixebitin.

Li Kantona Reqayê ku Genim û Ceh tê çandin li 578 hezar û 635 donimî 17 hezar û 854 cotkar dixebitin.

Li Kantona Firatê ku Genim, Ceh, Patat têne çandin li 804 hezar û 794 donimî 7 hezar û 7 cotkar dixebitin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li 7 milyon û 521 hezar û 621 donimî 81 hezar û 673 cotkar dixebitin.

Ji van zeviyan li 4 milyon û 728 hezar û 515 donimî avdanî tê kirin, li 2 milyon û 793 hezar û 111 donimî avdanî nayê kirin.

Bi êrişên dagirkeriyê ziyaneke mezin li zeviyan bû

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser zeviyên çandiniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir, vê yekê zerareke mezin da zeviyan.

Di encama êrişên rojên dawî de bi dehan donim zeviyên çandiniyê şewitîn.

Li gorî Desteya Çandinî û Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2019’an de 34 hezar û 550 donim, di sala 2023’an de herî kêm 2 hezar û 238 donim zeviyên çandiniyê di encama êrişên dewleta Tirk de şewitîn.

Li herêmê herî kêm 83 Tîmên Arkujî û Rewşa Lezgîn hatin avakirin.

Her wiha ji bo parastina mirovên li nêzî zeviyên çandiniyê, herêma ewle ava dikin.

Back to top button