Di operasyona li Licê de welatiyek jiyana xwe ji dest da

Di operasyona leşkerî ya li gundê Nenyasa Licê de welatiyê bi navê Mehmet Yildirim jiyana xwe ji dest da. 

Duh bi şev saet li derdora 22.00’an leşkeran derûdora gundê Nenyasê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê ve dorpêç kiribû.

Leşkeran bi Helîkopter û çekên giran gund gulebaran kirin.

Malek ku zarok û jin têde hebûn hat gulebarankirin.

Dorpêça li gund saet di 02.20’an de bi dawî.

Piştî dorpêçê û serdegirtina malan, qalikên guleyan û şopên xwînê û lepikên tîmên lêpirsînê man.

Di operasyona li gund de welatiyê bi navê Mehmet Yildirim jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya der barê operasyonê de li ser hesabê xwe yê meyda dîjîtal parvekirinê kir.

Nêzî hefteyekê ye ku li herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin.

Back to top button