Li dijî tecrîde bertek zêde dibin

Nivîskar Mihemed Îsa û Çavdêrê siyasî Hîwa Emer derbarê tecrîdê de axivîn û gotin:
“Baweriya dewleta Tirk bi maf û azadiyan nîne, ji bo vê dixwaze bi rêya tecrîda li ser Ocalan dawî li Gelê Kurd bîne.
Divê Gelê Kurd bi hevre daxwaza azadiya Ocalan bikin.”

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dewam dike û bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Derbarê mijarê de nivîskar û analîzvanê Siyasî yê Sûrî Mihemed Îsa axivî.

Nivîskar Mihemed Îsa: Tecrîda li ser Rêber Apo derqanûnî ye

Mihemed Îsa diyar kir ku girankirina tecrîda li ser Rêber Apo derqanûnî ye û binpêkirina pîvanê mafên mirovan e û got:

“Ev helwest diyar dike ku hikumeta AKP’ê di rewşeke aloz de ye, nerazîbûna li hember siyasetên wê yên herêmî û xwecih ji aliyê civaka Tirkiyê ve zêde dibe.

Erdogan her tim bi rêya hemleyên tengavkirinê û zêdekirina cezayan, bala kolana Tirkiyê ji sedemên rastîn ên aloziya li Tirkiyê dikişîne.”

Nivîskar Mihemed Îsa: Di encamê van siyasetan de dê kolanên Tirkiye biteqe

Mihemed Îsa derbarê encamên siyasetên tecrîdkirin û tengavkirinê de wiha axivî:

“Ji ber wê ev siyaseta şofanîst a osmanî dibe sedem ku alozî pir bibin û di dawiyê de dewleta Tirk ji hundir ve biteqe.”

“Aloziyên navneteweyî û herêmî girîngiya ramanên Rêber Apo îspat dikin”

Mihemed Îsa di dawiyê de anî ziman ku ji alozî û pirsgirêkên gelên Îran, Tirkiye û Îsraîlê diyar dibe ku çiqas ramanên Rêber Abdullah Ocalan girîng in.

Çavdêrê Siyasî Hîwa Emer: Dixwzin doza Kurdan bi dawî bikin

Çavdêrê siyasî Hîwa Emer jî derbarê heman mijarê de behsa sedema dîl girtina Rêber Apo kir û got:

“Li gorî wan bi dîlgirtina Rêber Apo û bikaranîna hêzê, wê dawî li doza Kurda bînin.

Lê Gelê Kurd roj bi roj bihêztir dibe.”

Çavdêrê Siyasî Hîwa Emer: Dagirkeriya Tirk dixwaze bi tecrîdê kirîza xwe veşêre

Hîwa Emer da zanîn ku dewleta Tirk rastî qeyrana darayî, aborî, civakî û siyasî bûye, ji bo vê birêya tecrîdê dixwaze qeyranên xwe veşêre û wiha domand:

“Ji bo vê rojane êrişên dewleta Tirk ên ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin, ev jî lewaziya dewleta Tirk ya li beramberî Gelê Kurd derdixîne holê.”

Çavdêrê siyasî Hîwa diyar kir ku azadiya Rêber Apo ji bo herêmê û Tirkiyê pêwîste û wiha bi dawî kir:

“Divê Gelê Kurd bi hevre daxwaza azadiya Ocalan bikin.”

Back to top button