Komcivîna Jinan ên PYD’ê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin

Li bajarê Qamişlo komcivîna jinan ên PYD di bin diruşmeya”Bi Rêxistinkirina Jin Û Civakê Misogeriya Azadiya Rêber Apo Ye” hat li darxistin.

Rêzecivînên jin yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca amadekirin kongreya jin dewam dike.

Komcivîn li hemû bajar û kantonên herêmê tên li darxistin.

Îro jî li bajarê Qamişlo komcivînek jinan ên PYD hat li darxistin.

Komcivîn bi beşdarbûna endamên jin yên PYD , Kongra Star û Malbatên Şehîdan hat destpêkirin

Di komcivîne de Rapora du salan hat xwendin û piştre li ser rewşa Siyasî û rêxistinî hat nîqaşkirin.

Jinên ku beşdar bûn diyar kirin ku yek ji armancên sereke ya komcivînê şkandina tecrîda li dijî Rêber Apo ye.

Her wiha teqez kirin ku wê asta têkoşîna xwe zêdetir bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidestbixin.

Back to top button