![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/CIVIN-QSD.jpg)
Îro li Bajarê Hesekê Civîna Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyê hat lidarxistin Di civînê de axaftin li ser rewşa herêm û Sûriyê bi giştî, xeteriya DAIŞ’ê û rola jinan di pêkanîna azadî û yekîtiyê de hat kirin û hat gotin: Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di avakirina pirojeya netewa demokratî, yekîtiya pêkhate û pêkanîna azadiyê bi roleke mezin rabûn.
Civîn ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ve hat rêxistinkirin.
Di civînê de Kurd, Ereb û Suryanan, rayedarên Rêveberiya Xweser, MSD û fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Endama fermandariya YPJ’ê Rohilat Efrîn, oldarên misilman, mesîhî, êzidî, kesayetên Ermen, Asûr, Çerkes, Tirkmen û akademîsyen, rewşenbîr, nûnerên saziyên jinan û yên civakî beşdarî civînê bûne.
Şîraz Hemo: Jin bi şoreşa xwe di her qadê de bûn xwedî rol û misyon
Endama kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo di civînê de axivî û destnîşan kir ku sekna pêkhate û eşîrên herêmê ya li gel rêveberiya xweser bû çavkaniya hêz û yekîtiya gelê herêmê û wiha got:
Her buhstek ji axa Bakur û Rojhilatê sûryê şahidî ji têkoşîn û berxwedaneke dîrokî re kir.
Bi têkoşîna keç û xortên vê axê tevahî pilanên hêzên desthilatdarî yên dagikririn, êrîş û derxistina fitneyan vala derketin.
Star Şîraz balkişand ser rola jin ya di avakirina jiyaneke bi azad û ewle û wiha domand:
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bi şoreşa xwe di her qadê de bû xwedî rol û misyon.
Di avakirina pirojeya netewa demokratî, pêkanîna aştî, azadî û destkeftiyan roleke wê ya esasî hebû.
Foza Yûsif: Plan û fitneyên dagirkeriyê vala derketin
Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif jî li wir axivî û got:
Em li herêmê jiyaneke nû ku têde yekîtî, wekhevî û azadî hebe ava dikin.
Ev jiyan wê bibe nimûneyek ji tevahî sûriyê re.
Foza Yûsif da zanîn ku lidarxistina vê civînê bersiveke ji dagikeriyê re ye û wiha pê de çû:
Em li vir ji dijminê xwe re dibêjin pilan, fitne û hewlidanên we yên têkibirina aramiyê vala derketin.
Foza Yûsif bang li tevahî pêkhate û êşîrên herêmê kir ku di hilbijartinên 11’ê Hezîranê de dengê xwe bidin.
Civîn bi daxuyniyekê bi dawî bû.