Komîseriya Bilind a Hilbijartinan destpêkirina propagandaya hilbijartinê ragihand

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirina propagandaya hilbijartinê ya hilbijartinên şaredariyan ragihand û mercên wê danîn.

Çav li rêye ku di 11’ê Hezîranê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartina şaredariyan were lidarxistin.

Lewma di vê çarçoveyê de jî xebat û amadekarî tê kirin.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rê û rêbazên ku divê di hilbijartinê de were pêk anîn diyar dike.

Di vê çarçoveyê de Komîseriyê biryarnameyeke bi hejmar 3 ji bo ragihandin û mercên destpêkirina propagandaya hilbijartinê da.

Di biryarnameyê de wiha tê gotin:

“Propagandaya devkî ya giştî li ser rêyên giştî, perestgeh, avahî û cihên ku tê de xizmetên giştî tên kirin û li qadên komîteyan diyar nekirine, qedexe ye.

Divê partiyên siyasî û namzetên serbixwe alên partiyan, pankart û madeyên dişibin wan li ser nivîsgehên hilbijartinê ji dîroka destpêkirina propagandaya hilbijartinê heta dawiya propagandayê bêxin û daliqînin.

Partiyên siyasî û namzetên serbixwe di dema diyarkirî de dikarin civînên girtî û vekirî li dar bixin û mafên wan hene ku al, pankart û şahiyan ji bo propagandaya hilbijartinê bi kar bînin.

Her kesên pabendî biryarê nebin, wê milyonek lîreya Sûriyeyê bidin.

Propagandaya hilbijartinê beriya roja dengdanê saet 6’an bi dawî bibe.”

Li gorî biryara Komîseriya Bilind a Hilbijartinan divê namzet pankart û belgeyên bi cihan xistine heta 15 rojan ji dîroka ragihandina encamên hilbijartinê rakin.

Back to top button