Li Şehbayê bi merasîmek xiyabî şehîd Berfîn Zîlan hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo Gerîlaya HPG’ê şehîd Berfîn Zîlan merasîmek li dar xist.

Şehîd Rîma Abdullah 18’ê Nîsana 2024’an li qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Lewam Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şehîd Berfîn Zîlan li gundê Til Qerahê yê bajaroka Ehdas merasîmek xeyabî li dar xist.

Koçberên Efrînê, şêniyên Şehbayê û endamên saziyên sivîl û leşgerî beşdarî merasîmê bûm.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm lehengiya şehîdan bi bîrxist û got:.

“Şehîdên me bi dilsoziyek mezin têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a dagirker dan meşandin.

Dijmin dixwaze gelê kurd tune bike lê em ê bi saya keda şehîdan û têkoşîna heyî dijmin têk bibin. ”

Endama Meclisa Kongra Star Rîhab Elo jî sersaxî malbata şehîd re xwest û got:

“Bila dijmin bizane ku tu carî gelê kurd dest ji têkoşîn û berxwedanê bernade.”

Piştî axaftinê wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button