![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/DOZA-KOBANE-HERM.jpg)
Bertekên şermezarkirina têkildarî “Doza Kobanê” û cezayên derqanûnî yên li siyasetmedar û çalakvanan hatine birîn berdewam.
Li Qamşloyê û Hesekê Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê li deverên cuda forumên hiqûqî li dar xistin.
Hat diyar kirin ku li Tirkeyê hiqûq siyasî û ne serbixwe ye û hat gotin; “Divê em li hember bêedaletiyê xwedî helwest bin.”
Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê û Encûmena Dadmendiya Civakî têkildarî “Doza Kobanê” û cezayên derqanûnî forumeke hiqûqî li dar xist.
Forum bi amadebûna nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk, parêzer û dadgeran li avahiya dadgehê li Qamişloyê pêk hat.
Endamê Yekitiya Parêzeran Xalid Omer di forumê de axivî û diyar kir ku Kobanê yekemîn bajar e ku gelê wê bi têkoşîna xwe, xwe rizgar kirin.
Omer got hikumeta AKP`ê piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinên şaredariyan de, berê xwe da biryara dosyaya Kobanê û got:
“Biryar biryareke siyasî ye û dûrî qanûnê ye.”
Endamê Yekitiya Parêzeran Şahîn Lalê jî destnîşan kir ku hikumeta AKP`ê bi biryarên doza Kobanê re da diyarkirin ku rewşa giştî ya li Tirkiyê têk diçe,
Her wiha hevseroka TEV-DEM`ê Rûken Ehmed jî axivî û got:
“Divê em li hember bêedaletiyê xwedî helwest bin.”
Yekitiya Parêzeran a Hesekê: Li Tirkiyê hiqûq siyasî ye
Bi heman boneyê li Hesekê jî Yekîtiya Parêzeran panelek li dar xist.
Di panelê de hat diyar kir kirin ku li Tirkeyê hiqûq siyasî û ne serbixwe ye û wiha gotin:
“Em berxwedana parêzeran silav dikin, erka me ye jî ku li hember van kiryaran bisekinin.”.