Wê li 134 Şaredariyan Hilbijartin çêbibin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî 192 bajar û bajarok hatiye dabeşkirin.
Lê hinek dever di bin dagirkeriyê de ne û hinek jî di aliyê binesaziyaê de hîn nehatine amadekirin.
Lewma wê hilbijartin li 134 şaredariyan çêbibe.

Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê 10’ê Gulanê ji aliyê Meclisa Gelan ve hatibû derxistin.

Di qanûnê de Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî 7 kanton, 6 bajarên mezin, 45 bajar û 141 bajarokan hatiye dabeşkirin.

Li gorî yasaya hilbijartinê pêwîste li 192 navendan hilbijartinên şaredariyê bihatana lidarxistin.

Lê ji ber herêmên Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz, Girê Sipî û Serêkaniyê dibin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, li van herêman hilbijartin nayên pêk anîn.

Her wiha li hinek deverên ku nû bûne bajar û bajorêk jî binesazî ya pêwîst nehatiye çêkirin, lewma li wan deran jî hilbijartin çênabin.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê cihên ku derfetên hilbijartinê lê hene weke 5 bajarên mezin, 37 bajar û 91 bajarok diyar kirine.

Li gorî van agahiyên:

  • Kantona Cizîrê ji bo 67 şaredariyan
  • Kantona Dêrazor 18
  • Kantora Reqa 15
  • Kantona Firatê 14
  • Kantona Minbicê 6
  • Kantona Tebqa 9
  • Kantona Efrîn û Şehba jî ji bo 5 şaredariyan hilbijartin çêbibin.
Back to top button