Fermandar YPJ Sarya Efrîn: Divê Jin xwedî li nasnameya xwe derkevin

Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn a di derbarê girîngiya xweparastina Jinan de axivî, bal kişand li ser têkoşîna hevpar a jinan û got: “Dem hatiye ku em wek jin bikaribîn xwedî li rêxistinbûna xwe, asta xwe ya parastinê, xwedî xwe, vîn, îrade û nasnameya xwe derbikevin.
Bi avakirina hêza parastinê li ser lingê xwe biskenin, xwe perwerde bikin û zanebûna xwe esas bigrin.”

Yek ji fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn di derbarê girîngiya xweparastina jinan de axivî, bal kişand li ser têkoşîna hevpar a jinan.

Fermandar Sarya Efrîn wiha qala bingehên destpêkirina Şoreşa Jin kir:

“Gelê ku li hemberî vê ferasetê serî hildan gelekî pir netew e.

Di nav wan de jî gelê Kurd bi salan di bin zextê rejîma Baasê de bi îşkence û girtinê re rû bi rû hat.

Bi destpêkirina çirûska agir a Şoreşa Rojava re, bê guman îlhama ku jinên Kurd ên li Rojava ji têkoşîna Jinên Kurdistanê girtibûn hebûn.

Fikrê Rêbertî yê bi taybetî dibêje ku divê jin xwe birêxistin bikin ku bikarin doza azadiya xwe bikin û xwe parastina xwe pêk bînin ji xwe re esas girtin.”

Sarya Efrîn: Bê hêza xweparastinê nikarî doza azadiyê bikî

Sarya Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xweparastina jinan û got:

“Di sedsala ku em tê de dijîn ger tu ne xwediyê hêzekî leşkerî bî ango hêza xwe ya parastinê ava nekî tuyê nikaribî mafên xwe bidest bixî.

Ger hêza te ya xweparastinê nebe tuyê nikaribî doza xwe ya azadiyê bikî.

Ji bo ku jin li hemberî zextên zilam û hem jî li hember zordariya sîstema ku di nav de jiyan dike wek hêzek ya xweparastinê divê xwe rexistin bike.”

Sarya Efrîn: Em bi xwe parastinê dikarin cîhanek bi rengê Jinan ava bikin

Sarya Efrîn di dawiyê de jî ev tişt anî ziman:

“Dem hatiye ku em wek jin bikaribîn xwedî li rêxistinbûna xwe, asta xwe ya parastinê, xwedî xwe, vîn, îrade û nasnameya xwe derbikevin.

Ger em nikarin rêxistina xwe avabikin û nebin xwedî hêz, wê ev pergal cardin xwe li ser lingan bigre û bimeşe.

Ji ber vê yekê kîjan netew û hêz dibe bila bibe taybet wek jin em tenê dikarin bi avakirina hêza parastinê li ser lingê xwe biskenin, xwe perwerde bikin û zanebûna xwe esas bigrin.”

Back to top button