![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/Sequence-06.01_00_51_22.Still020.jpg)
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê her kîloyek genim bi 31 sentî diyar kir.
Rêveberiya Xweser biryara jimare 4 derxist û tê de nirxê kirîna genim diyar kir û wiha got:
“Civîn di navbera Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber û Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat.
Her wiha civîn di navbera Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber û Koordînasyona Yekîtiya Cotkaran de jî pêk hat.
Li ser esasê van civînan Serokatiya Hevbeş a Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêwîstiyên berjewendiyên giştî ev biryar da:
“Nirxê her kîloyek genim bi 31 sentî ji dolarê Amerîkî hat diyarkirin û li gor sîstema jimareyî ye.”