Koçberên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê vedigerin ser cih û warê xwe

Bi biryara Iraqê ya girtina Kampên koçberan re, vegera welatiyan li ser cih û warê wan jî gelekî zêde bûye.
Cîgirê Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Kerîm Nûrî diyar kir ku hejmara koçberên ku vegeriyane cih û warê xwe gihiştine 29 hezar malbatî.
Kerîm Nurî anî ziman ku piraniya malbatên ku vedigerin xelkê Şengalê ne.

Piştî biryara Iraqê ya girtina Kampên koçberan, li Başûrê Kurdistanê û Iraqê vegera welatiyan li ser cih û warê xwe gelekî zêde bûye.

Bi taybetî jî Êzidiyên Şengalê yên ku di fermana 2014’an de koçber bibûn vedigerin malên xwe.

Kerîm Nûrî: Nêzî 29 hezar malbatên koçber vegeriyane malên xwe

Cîgirê Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Kerîm Nurî derbarê koçberên ku ji kampên Başûrê Kurdistan û Iraqê vegeriyane malên xwe, ji medyaya Iraqê re axivî.

Kerîm Nûrî diyarkir ku hejmara koçberên ji kampên Başûrê Kurdistan û kampên din vegeriyane cih û warê xwe gihişte 29 hezar malbatî û got:

“Piraniya wan malbatan xelkê Şengalê ne.”

Her wiha Kerîm Nûrî eşkere kir piştî girtina dibistanan ji Silêmaniyê nêzî 945 koçber, ji Dihok û Hewlêrê jî 160 malbat vegeriyane malên xwe.

Nûrî diyar kir ku ew ji bo vegera koçberan di nav hewldanan de ne.

Di beşek din ya axaftina xwe de Cîgirê Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê diyar kir hikûmeta Iraqê di girtina kampên koçberan û vegerandina wan a li ser malên wan de cidiye û got:

“Di vê demê de, mana kampên koçberan ji bo Iraqê bargiraniye.

Lewma divê tevahî kamp werin girtin.

Iraq dixwaze heta meha Tîrmehê hemû kampên koçberan bigire

Hêjayî bibîrxistinê ye Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê biryar daye, heta dawiya meha Tîrmehê kampên koçberan ên li nava Başûrê Kurdistanê, bi temamî were girtin û koçberên wan kampan vegerînin ser malên wan.

Ji ber vê di vê çarçoveyê de, Iraqê lez daye xebatên xwe.

Gelê Şengalê vedigerin ser cih û warê xwe

Back to top button