Însyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî gera bi partiyan re bi dawî kir

Di nava 12 rojan de, Însyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, bi 33 partiyan re civiya.
Însyatîf herî dawî bi herdû şaxên Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurdên li Sûriyê re civiya.
Di hevdîtinê de, bal hat kişandina ser rola Rêber Apo ya di çareserkirina pirsgirêka li herêmê de û partiyan gotin: Ji bo pêngavê çi ji wan bê xwestin amade ne.

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, ji 14’ê Gulanê ve bi partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dicive.

Însyatîfê hevdîtina xwe ya dawî bi herdû şaxên Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurdên li Sûriyê PDPKS pêk anî.

Berdevkê Înîsiyatîfê Ferzende Munzur têkildarî pêngava navneteweyî ya 10’ê Cotmeha 2023’an bi dirûşma, “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatibû destpêkirin de agahî da.

Munzur da zanîn pêngavê dewleta Tirk tengav kiriye û got;

Pêwiste bi piştgiriya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêngav hîn bêhtir bê xurtkirin.

Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurdên li Sûriyeyê Geylan Ozkan û Medya Heko şandeya însîyatîfê pêşwazî kirin.

Geylan Ozkan diyarkir ku Rêber Apo ji bo wan weke sembola azadiyê ye û wiha got:

“Mijara esareta Rêber Abdullah Ocalan, êdî mijareke ku dewleta Tirk derbas dike.

Bi pêşengiya Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê, wê azadiya Kurdistanê pêk were û Tirkî jî demokratîk bibe.

Ji bo pêngavê çi ji me bê xwestin, em amade ne.”

Şandeya Înîsîyatîfê piştre serdana xwe bi şaxê din yê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdên li Sûryeyê re dewam kir.

Li vir jî, ji aliyê Sekreterê Partiyê Dr. Ehmed Berekat û Endamên Mekteba Siyasî yê partiyê Faris Osman û Omer Cafer ve hat pêşwazîkirin.

Dr. Ehmed Berekat anî ziman ku dewleta Tirk di doza Kobanê de careke din rûyê xwe eşkere kir.

Endamê Mekteba Siyasî ya partiyê Faris Osman jî bal kişand ser têkoşîna 50’î salî ya Rêber Apo û wiha got:

“Rêber Abdullah Ocalan ne ji bo şexsê xwe, ji bo doza azadiya civakan 25 sal e hatiye girtin.”

Şandeya înîsîyatîfê desteyeke ku ji 9 pirtûk û parêznameyên Rêber Apo pêk dihat diyarî her du partiyan kir.

Însyatîf wê serdana eşêrên Ereb, Aşûr, Suryan û Ermen bikin

Bi vê yekê re, însyatîf di çarçoveya gera xwe de bi 33’partiyên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî re civiya.

Şandeyê Înîsîyetîfê dazanîn ku di çarçoveya plansaziya wan de, wê hefteyên pêş serdana serokên Eşîrên Ereb, Aşûrî, Suryanî û Ermeniyan bikin.

 

Back to top button