Li Efrînê piştî êşkenceya çeteyan kesek berdêla 4 hezar dolar de berdan

Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk kesê ku revandibûn despêkê bi awayek hovane êşkence kirin.
Piştre jî ev kes di berdêla 4 hezar dolar berdan.

Çeteyan beriya du mehan kesê bi navê Selah Elî Ebdo ji mala wî a li gundê Remadiyê yê bajarê Cindirêsê revandibûn.

Li gor hate ragihandin wê demê çeteyan Ebdo bi tawanên nerast revandibûn.

Çete ji bo fîdye ji malbatê bigrin, bi awayekî hovane êşkence li Ebdo kirin.

Piştî vê bi tirsandina malbatê, di berdêla 4 hezar doalrê Amerîkî de ew berdan.

Tenê di nava meha Gulana derbasbûyî de, 31 kes li Efrînê hatin revandin û gelek ji wan jî çarenûsa wan ne diyare.

Çeteyan ji welatiyekî Efrînî di berdîla erdê wî 300 hezar dolar xwest

Back to top button