13 Jê zarok 20 koçber li derya Egeyê xeniqîn

Li Derya Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû.
13 jê zarok 20 penaber xeniqîn.
Herî kêm 30 penaber jî winda ne.

Aloziya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de bandoreke giran li koçberan dike.

Derya Egeyê ji bo penaberan mîna goristanekê lê hatiye.

Herî dawî 1’ê Mijdarê li nêzî Girava Egrîbozê ya li Derya Egeyê keştiya koçberan noqî avê bû.

Di xebatên rizgarkirinê de cenazeyê 13 jê zarok bi giştî yê 20 kesan hate dîtin.

Hate ragihandin hê jî 30 koçber winda ne.

Li gorî gotinên koçberên ji qezayê filitîne, di keştiyê de 68 kesên ji Misir, Efxanistan û Îranê hebû.

Piştî noqbûna keştiyê 12 kes hatin rizgarkirin, 30 penaber jî winda ne.

Rêveberiya Atîna ragihandibû ku ji ber rewşa hewayê ew di xebatên lêgerînê de zehmetiyan dibînin.

Back to top button