Iraq: Tirkiye û Îran metirsî li ser ava Iraqê çêkiriye

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di kongreya lûtkeya welatên Ereb de ragihand ku ji aliyê Tirkiye û Îranê ve girtina avê metirsî li ser ewlehiya ava Iraqê çêkirine û asta avê daketiye.

Serokkomarê Iraqê Reşîd di Lûtkeya welatên Ereb a 31. ku li Ceyazîrê pêk tê de axivî.

Reşîd diyar kir ku bendavên Îran û Tirkiyê yên li ser avên diçin li ser rûbarên diherikin Iraqê çêdikin û ev yek bûne sedema metirsiya li ser ewlehiya ava Iraqê û daketina asta wê.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd got:

“Hêvîdarin ku çavkaniya avê li Iraqê pêşbikeve.

Herwiha guftûgo li gel Tirkiyê û Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê hebe.”

Piştî ku Letîf Reşîd weke serokomar hate hilbijartin, yekem serdana xwe ya ji derve ji bo tevlîbûna lûtkeya welatên Ereb ya li Cezayîrê pêk anî.

Back to top button