Emerîka hişyariya xeteriya çeteyên ”Huras el-dîn” da

Berpirsên Antî-Teror ên Emerîkayê ji ber xeteriya çeteyên bi navê ”Huras El-Dîn” metirsya xwe destnîşan kirin û diyar kirin ku ev çete plan dikin êrîşan li dijî Ewropayê pêk bînin.

 

Rojnameya The New York Times ragihand ku çeteyên bi navê ”Huras El-Dîn” ku li Bakur-Rojavayê Sûriyê, bi taybet li Idlibê dimînin cihê metirsyê ne li cem Emerîkayê.

Li gorî rojnameyê berpirsên Antî-Teror ên Emerîkayê ji ber xeteriya van çeteyên metirsya xwe destnîşan kir û diyar kirin ku ev çete plan dikin êrîşan li dijî Ewropayê pêk bînin.

Rojnameyê da xuyakirin ku ev çete tevliheviya li Bakur-Rojavayê Sûriyê pêktînin, nemaze li Idlibê.

Ev yek cihê metirsiyê ye ji bo Emerîkayê.

Beriya du mehan Fermandariya Navendî ya Emerîkayê CENTCOM ragihand, balafirên şer ên Emerîkayê deverên çeteyên ”El QAÎDE yê” li bakurê Idlibê kirin hedef.

Di encam de bêhtirî 52 çeteyên ”Huras El-Dîn” hatin kuştin.

Piştî êrîşî bi deh rojan û bi awayekî fermî Emerîka ev çete xistin lîsteya terorê.

 

Leave a Reply

Back to top button