Îro li seranserî Iraq û herêma Kurdistanê dengdana taybet di saet 7’an de destpê kir û di saet 6’ê vê êvarî bi dawî bû.
Têkildarî mijarê Komîsyona Bilind ya Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê eşkere kir ku rêjeya tevlîbûna dengdana taybet li seranserî Iraqê ji sedî 69 bû. û 12 gilî hatine.
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê ragihand ku rêjeya herî kêm li parêzgeha Enbarê ye û ya herî bilin li Babile.
Komîsyonê da zanîn ku bi giştî 821 hezar û 800 kes tevlî dengdanê bûne.
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, milyonek û 75 hezar û 727 kesan li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê îro deng dabû.